‘‘Şandina çekan bo Ukraynê’’ mêhwera Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339591-Şandina_çekan_bo_ukraynê’’_mêhwera_konferansa_ewlehîyê_ya_mûnîxê
Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê ku ‘‘Şandina zêdetir a çekan bo Ukraynê’’ mêhwera wê ye, bere berê salvegera şerê Rûsye û Ukraynê di halekî da tê lidarxistin ku çav li rê ye mijara gêreya di navbera Amerîka û Çînê jî di vê konferansê da were hilkolandin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 17, 2023 15:40 Asia/Tehran
  • ‘‘Şandina çekan bo Ukraynê’’ mêhwera Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê

Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê ku ‘‘Şandina zêdetir a çekan bo Ukraynê’’ mêhwera wê ye, bere berê salvegera şerê Rûsye û Ukraynê di halekî da tê lidarxistin ku çav li rê ye mijara gêreya di navbera Amerîka û Çînê jî di vê konferansê da were hilkolandin.

Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê îro bi pişkdarîya rêvebirên welatên cîhanê bere berê salvegera destpêbûna şerê Rûsye û Ukraynê dest pê bû.

‘‘Hilkolandina peywendîyên pirrgêre yên Amerîka û Çînê di hefteyên buhurî da’’ û teqandina balona Çînê ya lêzanînan li esmanê Amerîkayê’’ 2 mijarên din ên kilîdî yên vê konferansê ne.

Ji Herêma Kurdistana Iraqê jî, Serokwezîrê Herêmê “Mesrûr Barzanî” di Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê da pişkdar bûye û Serokê Herêma Kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî” jî îro ji bo pişkdarîya di vê konferansê da çû Almanê.

Dewra Pêncî û Nehan a Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê yê heta 19ê Sibatê li Hotel “Bayerischer Hof” a Mûnîxê bidome.