Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di hevdîtina digel endamên Komîteya Wezîrên Derve yên Welatên Îslamî da got, Sekinandina operasyona leşkerî li Xezeyê ewlewiyet e.
Dmîtrî Peskov Berdevkê Saziya Serokkomartiyê ya Rûsyayê got, Rûsyayê karî rê li ber hilweşîna aborî ya ji ber boykotan bigire.
Yekîneyên Artêşa Sûriyê bi piştevaniya balefirên şêrr ên Artêşa Rûsyayê, êrîşeke giran a terorîstên DAIŞ'ê ser çend xalên leşkerî li çolistana Reqayê pûç kirin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand, Tevî hişyarkirinên navneteweyî derbarê sivîlên ku li Zîvala Xezzeyê hatine kuştin, helwêsta Amerîkayê li bara Xezzeyê, Konseya Ewlehiyê ya NY'yê felc kiriye.
Di encama êrîşa xwefirrên Rûsyayê li Idliba Sûriyê 34 mîlîtan hatin kuştin.
Dmîtrî Polyanskî Nûnerê hertimî yê Rûsyayê li NY'yê got: "Bi helwêsta Amerîkayê ne pêkan e em bikarin derbarê Xezzeyê biryarnameyekê pesend bikin."
Alexey Miller Rêveberê Giştî yê Kompaniya GAZPROM'ê ya Rûsyayê got: Hin welatên ewropî ku pêştir îdia dikirin dê dawî li kirrîna gaza Rûsyayê bînin, hîn jî gaza Rûsyayê bi kar tînin.
Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got, Welatên Rojavayî Rojavayê Asyayê ber bi şereke mezin va kaş dikin.
Bihaya niftê li bazarên cîhanê li pey biryara Erebstan û Rûsyayê ji bo dirêjkirina heyama kêmkirina raberkirina zêde ya niftê heta dawiya îsal, jorda çû.
Andrey Belousov Cîgirê yekem ê Serokwezîrê Rûsyayê got: "Welatên Rojavayî ji ber berxwedana me li hemberî boykotan matmayî bûne."