Civîna 12an a pênc welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Moskowayê bi beşdariya wezîrên karên derve yên van welatan hat lidarxistin; raporek li ser hûrgiliyên vê civînê tê pêşkêşkirin.
Şêwirmendê berê yê serokomarê Ukraynê ragihand ku ji destpêka şer û pevçûnên li vî welatî heta niha 300 hezar leşkerên Ukraynî hatine kuştin.
Nivsîgeha Kontrolkirina Samanên derveyî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê (OFAC) hin boykot li dijî sê sazî û sê gemiyanji ber binpêkirina asta biha yê ku ji aliyê Rojava ve ji bo nefta Rûsiyê hatiye diyarkirin, kivş kirin.
Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di hevdîtina digel endamên Komîteya Wezîrên Derve yên Welatên Îslamî da got, Sekinandina operasyona leşkerî li Xezeyê ewlewiyet e.
Dmîtrî Peskov Berdevkê Saziya Serokkomartiyê ya Rûsyayê got, Rûsyayê karî rê li ber hilweşîna aborî ya ji ber boykotan bigire.
Yekîneyên Artêşa Sûriyê bi piştevaniya balefirên şêrr ên Artêşa Rûsyayê, êrîşeke giran a terorîstên DAIŞ'ê ser çend xalên leşkerî li çolistana Reqayê pûç kirin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand, Tevî hişyarkirinên navneteweyî derbarê sivîlên ku li Zîvala Xezzeyê hatine kuştin, helwêsta Amerîkayê li bara Xezzeyê, Konseya Ewlehiyê ya NY'yê felc kiriye.
Di encama êrîşa xwefirrên Rûsyayê li Idliba Sûriyê 34 mîlîtan hatin kuştin.
Dmîtrî Polyanskî Nûnerê hertimî yê Rûsyayê li NY'yê got: "Bi helwêsta Amerîkayê ne pêkan e em bikarin derbarê Xezzeyê biryarnameyekê pesend bikin."
Alexey Miller Rêveberê Giştî yê Kompaniya GAZPROM'ê ya Rûsyayê got: Hin welatên ewropî ku pêştir îdia dikirin dê dawî li kirrîna gaza Rûsyayê bînin, hîn jî gaza Rûsyayê bi kar tînin.