Mijdar 26, 2024 18:45 Asia/Tehran

Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê di dewama operasyonên dijî rejîma dagirkir da, careka din êrişî bajarok û bajarên bakura Filistîna Dagirbûyî kir.

Hizbullaha Libnanê şeva buhurî bi awayekî berfire bi mûşekan êrişî Fiilstîna Dagirbûyî kir ku çend mûşek li bajarokê sîyonîstnişîn ê Neharîyayê ketin û zîyanên ciddî li bajaroknişînan ketin û di encamê da agir berbû çend avahî û cîyan û ceryan li seranserî vî bajarokê qut bû.

Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê herwiha çend operasyon di nav Filistîna Dagirbûyî û bajarokên ser sînorê Libnanê da li dar xsitin ku di encamê da leşekrên dagirker neçar man ku ji nêzîkî sêkoşeya Dêr- Mîmas- Kefer Kelayê vekişin.

Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê herwiah bi hemî hêza xwe êrişên ji herêmên Dêr, Tile Lolobîya û Kirûm Zeytûnê dijî Filistîna Dagirbûyî didomîne.

Di encama êrişeke Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê ser Filistîna Dagirbûyî da, 3 sîyonîst li bajarokê sîyonîstnişîn ê Neharîyayê birîndar bûn. 

Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê herwiah ragihand ku tankeke sîyonîstan a ji cura Merkava li bajarê Xîyamê ji nav bir.

Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê di daxûyanîyekê da jî ragihand ku têkoşerên berxwedêr ên vê bereyê bi mûşeka kontrol dibe tankeke Merkava kirin armanc ku di encamê da kesên di nav da hatin kuştin an birîndarkirin. 

Hizbullaha Libnanê ji hêla din va bajarokê Keryat Şemona li bakura Filistîna Dagirbûyî da ber mûşekan. Ev di halekî da ye ku di encama cinayetên îro yên sîyonîstan di nav axa Libnanê da, 31 kes şehîd bûn. 

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî navçeya Nuweyrî ya Beyrûtê kirin. 

Serepeyv