Mijdar 26, 2024 20:09 Asia/Tehran

Serokê Beşa Hiqûq û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di dewra 29an a Konfiransa Salê ya Welatên Endamê Konvansîyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Laheyê da pêgirî kir ku Îran mezintirîn gorîyê çekên kîmyewî di dewrana hevdem da ye û bi tundî cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himberî gelên Filistîn û Libnanê şermezar kirin.

Dewra 29an a Konfiransa Salê ya Welatên Endamê Konvansîyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Laheyê hat lidarxistin û Kazim Xerîbabadî Serokê Beşa Hiqûq û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di vê civînê da got: Rejîma Sîyonîst  ji ber piştgirîyên bêsînor û bêmerc ên hin welatên rojavayî nemaze yên Amerîkayê, cinayetan didomîne û parastî ye. 

Kazim Xerîbabadî got ku Rejîma Sîyonîst çekên kîmyewî û maddeyên bitaluke yên din ji wan fosfora sipî û oranîyoma lawazkirî himberî gelên bêberevan ên Filistîn û Libnanê bi kar tîne û tevî şermezarkirina vê yekê, ji Ser-rêvebirê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî xwest ku lêkolînên tam di vî warî da bike û tivdîrên pêwîst ji bo parastina gorîyan bike.

Xerîbabadî di beşeke din a axavtina xwe di vê civînê da amajeyî piştgirîya welatên rojavayî ji Seddam di şerê sepandî ser Îranê da kir û got: Alman û Amerîka wek dabînkerên sereke yên maddeyên kîmyewî ji bo rejîma Be`is a Iraqê, şirîkê sûc û cinayeta bikaranîna çekên kîmyewî himber gelê Îranê ne. Ew welatana divê li asta navdewletî ji ber kiryarên neqanûnî yên xwe bikevin ber lêpirsînê û zîyana ku li gorîyên îranî yên bikaranîna çekên kîmyewî ketîye, bicebirînin. 

Serokê Beşa Hiqûq û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ber bi wekîlên welatên pişikdarê Dewra 29an a Konfiransa Salê ya Welatên Endamê Konvansîyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî va got: Amerîka di halekî da mezintirîn gorîyê çekên kîmyewî di serdema nika da bi awayekî pûç tawanbar dike ku  xwe bi salan e xwedîyê zêdetirîn çekên kîmyewî yê zimhêrkirî ye û jinavbirina wan hêlaye derengîyê û bi paşdaxisitina jinavbirina wan veguherîye binpêkerê sereke yê Konvansyona Qedexekrina Çekên Kîmyewî. 

Serepeyv