Kanûn 02, 2023 09:35 Asia/Tehran
  • Boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Rûsyê

Nivsîgeha Kontrolkirina Samanên derveyî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê (OFAC) hin boykot li dijî sê sazî û sê gemiyanji ber binpêkirina asta biha yê ku ji aliyê Rojava ve ji bo nefta Rûsiyê hatiye diyarkirin, kivş kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, van 6 sazî û gemî nifta xav a Rûsyê zêdetir ji nirxê lihevkirî ji aliyê  hevalbendiyê ve hildigirtin.

Amerîkayê  di Kanûna 2022an de asta nirxê nefta xav a Rûsyê 60 dolar ji bo her bermîlek diyar kir, û naha îdîa dike ku keştî û saziyên dorpêçkirî nefta rûsî bi bihayek ji 70 dolarî re bar kirine.Li hember êrişa Rûsyê ser Ukraynê, Amerîka û welatên rojavayî boykotên berfireh  dijî Moskowê sepandin û bi milyaran dolar çek û alavên leşkerî şandin Kiyevê.

Tevî boykotên bêmînak û hewldanên rojavayê yên ji bo ku Rûsyê bixin tecrîdê, Kremlinê karî aboriya xwe li ser piyan ragire.

Serepeyv