Serokê Komara Îslamî ya Îranê amadetiya Tehranê ji bo hevkariya digel welatên endam û Rêxistina Hevkariya Şanghayê di hemî waran da ragihand.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi mebesta beşdariya di civîna navçeya ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê da derbasî Semerqenda Uzbekistanê bû.
Koşka Kremlînê ragihand ku serokên Îran û Rûsyayê dê li kêleka Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Semerqendê bicivin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê ji bo beşdariya di civîna serokan a welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê da biçe Uzbekistanê.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi beşdariya ayetullah Reyîsî di civîna Şanghayê da li Semerqendê, serdana serokomarê Îranê bo Uzbekistanê wek xaleke werçerxanê di danûstandinên dualî da zanî.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di warê dîplomasiya aborî de, pêşniyara Îranê ji Rêxistina Hevkariya Şanghayê re ji bo diyarkirina diravê yegirtî ji bo hêsankirina bazirganiya di navbera endaman de xeber da.
Cîgirê aborî yê Wezareta derve ya Îranê qala zêdebûna sedî 70 heta 120 a derfirotina Îranê bo welatên cînar kir.
Wezîrên derve yên Îran û Rûsiyê li ser berfirehkirina hevkariyan tekez kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Erka hemî wezaretxaneyan e ku derfetên hevkariya digel Rêxistina Hevkariya Şanghayê nas bikin û di riya pêşketina aborî ya welêt da bi kar bînin.
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê tevlîbûna hertimî ya Îranê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê xwedan nirxa stratejîk û girîng da zanîn.