Sergêrê Wezareta karên derve ya Îranê li hevdîtina bi sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Ceddeyê got: Em çavlirê ne ku welatên îslamî piştgiriyê bidin mafê zatî û rewa yê Îranê bo dayîna bersiveke yasayî û guncaw bo destdirêjiya Israîlê.
Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qesam dîmenên hemasî yên armancgirtin û teqandina trumbêlên dagirkeran li Refehê li başûrê zîvala Xezeyê weşandin ku nîşan dide ku hejmarek ji leşkerên siyonîst hatine kuştin û birîndarkirin.
Muhemed-Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê got, Îranê dê bersiveke wisa bide Rejîma Siyonîst ku Bereya Berxwedanê dê kêfxweş bibe.
Bi dehan hezar kesî li Enqereya paytexta Tirkiyê li dijî Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xistin.
Doxtorên xwebexş ên amerîkî ku ji bo alîkariya bo xelkê Xezzeyê çûne, ji ber bêdengiya Koşka Sipî li hemberî dewama dewama cinayetên siyonîstan rexne li Serokkomarê Amerîkayê girtin.
Medyayên Ibrî roja Yekşemiyê qala qewimîna operasyoneke dije siyonîstî li Taxa Holonê ya Til Avîvê kirin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) ragihand ku endamên wê piştî bidawîhatina şêwirînan dê serokê nû yê Polîteborûya vê tevgerê diyar bikin.
Roja 303an a Jenosayda Amerîka û Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê; cinayetên dijî filistîniyan didomin.
Hezam El Esed endamê Polîteborûya Tevgera Ensarullaha Yemenê got, Bila Îsraîl li benda kawilkirineke biserşûrî be.
Roja 302an a Jenosayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê; hejmara şehîdan gihîşte 39 hezar û 550 kesî.