Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêj derdora 60 ta 90 çeteyên DAIŞ'ê li Girtîgeha Sinaa ya Hesekeyê mane ku xwe radestî şervanan nekirine û çek di destê wan de heye.
QSD`ê bi ragihand ku hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bi tevahî kontrol kir û hemû çeteyên di hundirê wê de radest girtin.
Nezîre Gewriyê got, heta ku dewleta Tirkiyê destekê bide, wê xetereya çeteyên DAIŞ'ê û hewldanên zindîkirina wan bi dawî nebe û banga dîtina çareseriyeke bingehîn ji dosyaya kampa Holê û girtîgeha Sînaayê re kir.
QSD'ê ragihand di 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dîlgirtin, hatin rizgarkirin.
Şerê dijî terorîstên DAIŞê di girtîgeha Hesekeyê de ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji roja Îna borî ve berdewam e.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku DAIŞ'ê piraniya şaneyên xwe kom kirin da ku êrişî girtîgeha Hesekê bikin û got: "Hêzên me bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da û piraniya revandî girtin."
Fermanderê Giştî yên hêzên HSDê Mezlûm Kobanî serdana Rojhilatê Dêrezorê kir û çendîn civîn ligel aliyên berpirsiyar, kesayet û rîspiyên wê navçê lidar xistin.
Çavkaniyên iraqî qala wergirtina 100 çeteyên DAIŞ ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.
QSD’ê li Dêrazorê 3 kesên gef li şêniyan dixwar, şantaj dikirin, fîdye û pere ji wan dixwestin, girtin.
HSDê ragihand ku di operasyoneke taybet de li rojhilatê Dêrezorê, hêzên wan 4 endam û serkirdeyên DAIŞê desteser kirine.