Koşka Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî ya Tirkiyê, bi barîna berfê spî bûye. Qesra Îshaq Paşa ku berhemeke dîrokî ya Kurdan e, çar demsalan pêşwaziyê li hezaran geştyarên xwecihî û biyanî dike.
Qesra Îshaq Paşa ku piştî berfê lê kir, bi ruyê berfê xemilî û xweşiktir bû. Çendî ku dîwarê wê hilweşiya be jî hîn jî wê ezametiya xwe nîşan dide.
Li bazîda navçeya Agiriyê nêzî Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî di şewata ku li gor îdiayê ji ber balona mirazan derketiye da 5 hezar balye gîha şewitîn.