Li Wanê ji Mijdara 2016'an heya niha lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Parêzer Mahmût Kaçan têkildarî biryara qedexeyê got: "Der barê Wanê de biryar ji jor de tên girtin. Ev biryar ne biryarên ku di înîsyatîfa walî de bin e."
HDP'ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina lîstika şanoya kurdî Bêrû da û diyar kir ku desthilatdarî dijminê kurdî ye û got ku kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin.
Piştî Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika bi kurdî "Bêrû" qedexe kir, li ser tora civakî gelek kesî piştgirî da lîstikê.
Lîstika Teatra Jiyana Nû (NÇM) "Bêrû" ku vê mehê di nav bernameya Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bihata lîstin lê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê qedexe kir.
Walitiya Bedlisê qedexeya derketina derve danî ser 36 gundên Bedlisê.