Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku wê li Rihayê nûnertî vebikin û ev tişt got: "Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse."
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin, didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Platforma Zimanê Kurdî bi armanca nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike civînek li dar xist. Şandeya ku hat Mêrdînê diyar kir ku heya zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.
Platforma Zimanê Kurd bi şandina nameyekê bo serokomarê Tirkiyê daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî kir.
Platforma Zimanê Kurdî, bi daxwaznameyekê ji Diyanetê xwest ku xizmetên olî yên bi tirkî didin bi kurdî jî bidin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku heke mafê bingehîn ên kurdan wek ziman, nasname werin nasîn wê Tirkiye bigihîje pergalek demokratîk û bibe welatek pir rengîn û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî û Saziya Zimanê Kurdî were avakirin.