Rûsiyê bihayê 45 heta 55 dolar a petrolê di berdêla her bermîlê guncan da zanîn.
Bîjen Namdar Zengene, Wezîrê Neftê yê Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê bi şev di serê desteyekê da jibo hevdîtin û şêwirîna digel rayedarên Rûsiyê, derbasî Moskoyê bû.
Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê destnîşan kir: Êrîşa mûşekî ya yemeniyan li ser kûrahiya axa Erebistanê vê peyamê digihîne ku hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî divê venihêrînekê di helwêstên xwe da pêk bîne.
Agirpêketina li Petrokîmiya Xarkê li başûrê rojavaya Îranê ku berêvara Pêncşemiyê destpê bûbû, di kêmtir ji du saetan da hat kontrolkirin.
Wezîrê Petrolê yê Îranê bal kişand ser boykotên Emerîkayê li dijî rêveberên pêşeya Petrola Îranê li rojên dawiya mayîna Trump li Koşka Sipî û got: "Boykotên Emerîkayê tolhildan û kîn û nefreta li dijî Îranê ne."