Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi Papa Francis re civiya û gotûbêj kir.
Ofîsa Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kêleka civîna desteya dewleta Herêmê bi dayîna daxuyaniyekê ragihand: Sefera Pap nîşan da ku Herêma Kurdistanê navendeke girîng a pêkvejiyanê li navçeyê ye.
Berdevkê dewleta Herêma Kurdistanê wek bersiva bo dewleta Tirkiyê ragihand dîzayna pûla ku bi boneya bîranîna sefera Pap bo Herêmê hatiye weşandin û nexweşeya li ser Kurdistana Tikriyê jî wek beşeke Herêma Kurdistanê nas kiriye, tenê di asta pêşniyara hunermendekî bûye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di bersiva pirsekê derbarê weşandina pûlê li Herêma Kurdistana Iraqê, got: Ron e ku tiştê di atmosfera gelemperî da hat weşandin, berovajiya xalên navneteweyî ye.
Rêberê Katolîkên Cîhanê piştî sefereke sêrojî bo Iraqê, terka vî welatî kir û çû Vatîkana Îtalyayê.
Piştî lidarketina qedaseteke mezin li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî li Hewlêrê, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdayê bi rê ket.
Grûpa berxwedanê ya Seraya Ewliya el-Dem ku berpirsyaretiya xwe ji êrîşa ser Hewlêrê ragihandibû, derbarê serdana Papa Francis de bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, di dema serdanê de, ew ê hemû êrîşên xwe rabigirin.
Papayê Vatîkanê li dêreke wêranbûyî ya bajarê Mûsilê gotarek pêşkeş kir.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî pêşwazî li Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs kir û bi hev re civînek pêk anîn.
Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê. Papa ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên pêkhate û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.