Şandeyek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê gihişte Bexdayê û ji aliyê Serokerkanê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê ve hat pêşwazî kirin. Biryare ku li gel Serokerkanê Wezareta Parastinê ya Iraqê û Fermandarê Operasyonên Hevbeş yê Iraqê re hevdîtina bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê 19ê Hezîrana 2022yan di civîna bi şanda bilind a serbazî û ewlehiy Iraqê ya bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Yarulla got: Divê Pêşmerge wek beşek ji sîstema ewlehiya Iraqê were dîtin.
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistana Iraqê eşkere kir, pêwendiyên xwe ligel Bexda û Artêşa Iraqê bihêztir dikin.
Li mêhwera Pirdê li bilindahîyên Zorgeyê hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstên DAIŞê pûç kirin. Herwiha Hêzên Heşda Şeibî jî êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Diyaleyê ya rojhilatê Iraqê pûç kirin.
Cîgirê Fermandarê erkana Operasiyonan a Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbarê despêbûna çalakiyên bihêzkirina çeper û pêgehên Hêzên Pêşmerge agahî da.
Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê dibêjin, zêdetir ji 3,000 ji wan dê bi lîwayeke hevbeş ligel artêşa Iraqê beşdar bibin da ku li navçeyên cihê nakokiyê bi cih bibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Iraqê re tekez kir ku DAIŞ hê jî metirsiyeke mezin e li ser hemû Iraqê.
Îro danê sibê terorîstên DAIŞê li navçeya Uzem a parêzgeha Diyale êrişî baregeheke artêşa Iraqê kirin û di encamê de herî kêm 11 leşker û efser hatin kuştin.
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht gihişt Hewlêrê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Heşdî Şebî êrîşa mûşekî ya li ser sengerên hêzên Pêşmerge şermezar kir û artêşa Iraqê jî lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike.