Hemasê derbarê senaryoya sexte ya Artêşa Rejîma Siyonîst li Nexweşxaneya Şîfayê hişyarî da.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) ragihand, "Êrîşa ser Nexweşxaneya Şîfayê cinayeta cengê û li dijî mirovahiyê ye."
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşa Rejîma Siyonîst ser pêgeha Komîteya qeterî ya jinûve avakirina Xezzeyê şermezar kir.
Îzzet El-Reşq, ji berpirsên tevgera Hemasê, îdia û piropagendeya rêjîma dagîrker derbarê nexweşxaneya El-Şifa de tam derew da zanîn û teqez kir, ku cinayeta êrişa ser nexweşxaneyê dê ji bo xelkê cîhanê eşkere bibe.
Bii dehan kesayetên bi nav û deng li welatên rojavayî ji ber piştgiriya wan ji Filistînê ji karê xwe hatin derxistin.
Hemas û dewleta Filistînê li Xezzeyê di daxuyaniyên cuda de êrîşa li ser nexweşxaneya El-Şefa wek cinayeta cengê û li dijî mirovahiyê dan zanîn û derbarê vê cinayetê hişyarî dan Amerîka, Îsraîl û civaka navdewletî.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: "Êrîşa ser Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê encama bêdengiya civaka navneteweyî ye"
Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxwaza rawestandina bilez a cinayet û êrîşên Rejîma Siyonîst sser Zîvala Xezeyê û pêkanîna agirbesa lezgîn li vê zîvalê kir.
Hin dîmenên diltezîn ji rewşa xedar a nexweşxaneyan li Zîvala Xezeyê.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku rewşa birîndar û nexweşxaneyan li vê navçeyê karesat e.