Komeleya Xaça Sor a cîhanî got: Rewşa Nexweşxaneyan li zîvala Xezeyê bi taybet li Xan Yûnisê her ku diçe xirabtir û xedartir dibe.
Çavkaniyên filistînî ragehandin ku deverên derdora nexweşxaneya Nasir li başûr rojavaya Xan Yûnisê bi giranî hatin bombebarankirin.
Berpirsekî herêmê yê Rêxistian Tendrustiya cîhanî ji ber rewşa bi kaesat ya navendên dermankirinê li zîvala Xezeyê dilnigeranbûna xwe da diyarkirin.
Wezareta Tendrustiyê ya Xezeyê ragihand ku 300 kadroyên pizîşkî yên zîvala Xezeyê de hatine şehîdkirin.
Zêdetirî 10 hezar nexweşên penceşêrê li Zîvala Xezeyê ji ber wêrankirina tenhanexweşxaneya pisporiyê ya dermankirina penceşêrê li vê navçeyê ji ber êrişên rejîma dagîrker de,bi fega mirinê re rû bi rû ne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku me ji dest nebûna derman û alavên pizîşkî bi sedan birîndar ji dest dane.
Wezareta Tendrutiyê ya Filistînê li zîvala Xezeyê ragihand ku di roja 77 an a cinayetên artêşa Rejîam siyonîst li dijî xelkê Xezeyê hejmara şehîdên Xezeyê ji 20 heza kesî derbas bû.
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê xwest ku derbarê cinayetên vê dawiyê yên Rejîme Siyonîst ku meytê şehîdan li nexweşxaneya Kemal Edwanê li bakura Xezeyê de defin kirine, lêkolînên navneteweyî were kirin.
Ji bo nişteciohên dorpêçkirîli Xezeyê ku heta niha ji bombe û gulelyên Rejîma Siyonîst saxlem mane, kujereke bêdeng û nexuya niha wan dişopîne û ew jî belavbûna nexweşiyan e.
Rêxistina Pizîşkên Sînornenas daxwaza rawestandina êrîşên Rejîma Siyonîst ser Cinînê û tevkujiya niştecihên vê navçeyê kir.