-
Ji ber şewitîna nexweşxaneke parêzgeha Zîqarê ya Iraqê 36 kes mirin
Tîrmeh 13, 2021 10:26Li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneke Koronayê ket û di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
-
Li Qamişloyê yekem neştergeriya vekirî ya dil pêk hat
Hezîran 17, 2021 09:50Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn "neştergeriya vekirî ya dil" bi destê bijîşkên bajêr, bi şêweyekî serketî, hat kirin.
-
YPG: Ti têkiliya me bi êrişa li Efrînê re nîne
Hezîran 15, 2021 09:59Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd êrişa li Efrînê şermezar kir û got “Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armancgirtina sivîlan ne ji prensîbên me ye. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin.”
-
Di encama pêketina agir li nexwaşxana pêketiyên koronayê de ya li Hindistanê 18 kes mirin
May 02, 2021 09:50Duh li Hindîstanê di nexwaşxaneyeke pêketiyên vîrusa koronayê têde dihatin derman kirin de şewat derket û di şewatê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-
Li Dêrikê jineke 99 salî ji vîrusa Koronayê baş bû
May 01, 2021 11:55Nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Dêrikê jineke 99 salî ku bi vîrusê ketibû û li nexweşxaneyê hate dermankirin, derxist.
-
Ji ber şewata li nexweşxana Bexdayê paytexta Iraqê herî kêm 82 kes mirin
Nîsan 26, 2021 10:38Li gorî agahiyan, di şewata ku şeva şeniyê li nexweşxana Ibin El-Xetîb a Covid-19 a li Bexdayê derketibû de, 82 kes mirin û 110 birîndar bûn.
-
Ji ber teqînekê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê 23 kes mirin
Nîsan 25, 2021 09:18Çavkaniyên dermanî li Iraqê ragihandin ku li dû teqîna kepsola oksîjenê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê, herîkêm 23 tûşbûyiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
-
Çavdêriya Hûr li Parîsê: Pêketiyên bi Koronayê ewqas zêde bûne ku cihê vala nemaye
Nîsan 05, 2021 16:11Beşa Çavdêriya Hûr a Nexweşxana Antony a Taybet li Parîsê ragihand ku pêketiyên bi Koronayê ewqas zêde bûne, êdî cihê vala nemaye. Ev mînakek e ji çendîn nexweşxanên din ên Fransayê ku ji ber bilindbûna rêjeya pêketina bi Koronayê êdî nexweşan wernagirin.
-
Li Qamişloyê yekemîn car emeliyeta dil hat kirin
Çile 23, 2021 08:31Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çavan ava kiribû da ku bar li ser şêniyên herêmê sivik bike. Piştî amadekariyên gelek mehan rêveberiya nexweşxaneyê roja 21'yê mehê yekemîn emeliyeta dil çêkir. Kesê emeliyeta wî hat çêkirin 60 salî bû û emeliyet bi serketî derbas bû.
-
Hejmara qurbaniyên bûyera nexweşxana Dîlokê gihîşt 10 kesan
Kanûn 20, 2020 18:35Lêpirsîna şewata ku li nexweşxaneyeke taybet a li bajarê Dîlokê li Tirkiyê di beşa nexweşên giran a vîrusa Coronayê (Kovîd-19) de ji ber amûra oksîjenê derket berdewem e. Hejmara qurbaniyên wê şewatê bo 11 kesan zêde bû.