ِDi berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneyên Xezeyê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê roja çarşemiyê ragihand: Artêşa Îsraîlê derbasî nav nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê bûye.
Lêkolînek nîşan dide ku hebûna kêşeya proseskirina zimanî li rex jidestdana hiş û bîrê, ji nîşaneyên nivîşkaniya têgihîştinî yên nizim ên jibîrkirinê an jî bîrbîrokîbûnê ye.
Sekreterê Erkantiya Geşepêdana Teknolojiya Nanoyê ya Îranê qala çêkirina alavên têderxistina pêşwext a şêrpenceyê ji aliyê pisporên îranî va kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê ragihand ku jeneratorên Nexweşxaneya Nasir ji kar derketine û karebaya nexweşxaneyê bi temamî qut bûye.
Komeleya Hîva Sor a Filistînê tevî amajeya bi êrîşa Rejîma Siyonîst ser Refehê hişyarî da ku, Zêdetirî 100 hezar filistînî li ber xetera tûşbûna bi nexweşiyên pêgir in".
Rewşa awareyên filistînî li zîvala Xezeyê bi taybetî li nexweşxaneyên vê zîvalê her roj xerabtir dibe.
Nivîsgeha Ragijhandinê ya hikûmeta Hamasê li Xezê, El-Sewabite amajeyî vê yekê kir ku zêde ji 20 nexweşiyên curbicur di nava awareyan de belav bûne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) nîgeraniya xwe ji ber belavbûna nexweşiyên nefeskişandinê li Zîvala Xezeyê diyar kir û ragihand ku nêzikî 180 hezar kes li Xezeyê tûşî enfeksyona nefeskişandinê bûne.
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li Xezeyê nêzî 180 hezar kes tûşî enfeksiyona henasekêşanê bûne.
Ji bo nişteciohên dorpêçkirîli Xezeyê ku heta niha ji bombe û gulelyên Rejîma Siyonîst saxlem mane, kujereke bêdeng û nexuya niha wan dişopîne û ew jî belavbûna nexweşiyan e.