-
PKK û Tirkiyê amarên kuştî û birîndarên şerê li Herêma Kurdistanê belav kirin
Nîsan 26, 2021 21:24Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama êrişên li nav axa Herêma Kurdistanê bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê de, heta niha 31 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên wan hatine kuştin û herwiha 6 leşker jî birîndar bûne. PKKê jî debarê şer û pevçûnan de amareke din belav kir û dibêje 19 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
PKKê dibêje 8 leşkerên Tirkiyê kuştine, lê ev welata tenê kuştin serbazekî piştrast dike
Nîsan 26, 2021 10:19Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. PKKê dibêje di vî şerî de 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.
-
Tirkiyê li Metînayê dest bi operasyona bejayî kir
Nîsan 24, 2021 12:00Hêzên Artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê li devera Metînayê dest bi operasyonê kir.