Li Meksîkayê li hember karwanê otomobîlên polîs êrîşek çekdarî pêkhat û di êrîşê de 3 polîs hatin kuştin, 6 polîs jî birîndar bûn.
Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna Cop 26 rexne kir û got: "Civîn ji bo parastina hawîrdorê ye, lê hêzên herî mezin ên cîhanê lê dicivin ku hilberandina petrolê zêde bikin, êdî bes e durûtî û xapandin."
Li rojavayê Meksîkayê bakurofeya Grace ya tropîk bû sedem ku 8 kes jiyana xwe ji dest bidin û rayedaran ragehand, barîna baranên tund jî dê berdewam bike.
Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê duh di malekî ku ahengekî keyfxweşiyê lê dihate kirin de êrîşeke çekdarî pêkhat û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragehandin polîs li dû êrîşkaran digere.
Tîma Neteweyî ya Futbola Meksîkayê 3-1 li hemberî tîma Japonya serket û di fûtbolê ya mêran de medala tûnc a Olîmpîka Tokyo 2020 bi dest xist.
Li Meksîkayê di 9 mehên dawîn de 88 siyasetmedan di êrîşên rêxistinên tawanbar de hatin kuştin.
Li paytexta Meksîka, Meksîkoyê pira jor a metroyê li gel trenekê ku ji ser re derbas dibû hilweşiya û di bûyerê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Meksîkayê balefira rêwiyan a Cessna piştî rabûnê demek kurt ket û di balefirê de 6 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.