Serokê Rêveberiya Werziş û cewanan a Mehabadê got: Aram Aqayî, dadwerê hêja yê vê şaristanê bo cara yekem ji aliyê Federasiyona Beskitbala Îranê va jibo dadweriya di pêşbirkên Lîga sereke ya Beskitbala Îranê hat bijartin.
Tîma Akrojîma desteya Jîmnastîka Mehabadê karî cîgeha duyem di pêşbirkên qehremaniya Îranê da bi dest bixe.
Tîma Fûtbalê ya Zagrosa Mehabadê a nûciwanan di qonaxa yekem a pêşbirkên Lîga Navçeyên welêt da karî Tîma Artavîla Erdebîlê di du pêşbirkên hat û çûnê têk bide û derbasî qonaxa din a van pêşbirkan bibe.
Birêvebirê Rêxistina Agirkujiyê û Karûbarên Ewlehî ya Şaredariya Mehabadê, bajarê kurdnişîn li bakurê rojhilatê Îranê got: di dema bûyera şewatê li sûka "Esxarî" ya vî bajarî, çar kes birîndar bûn ku du ji wan agirkuj in.