-
Rewşa nalebar a navçeyên erdhejlêketî yên bakûrê Sûriyê
Sibat 24, 2023 18:27Kovareka erebî nivîsî: “Şêniyên navçeyên erdhejlêketî yên bakûrê Sûriyê yên wekî Efrînê ku kontrola wan di destê hêzên çekdar ên di bin fermana Tirkiyê da ye, ji alîkariyên navneteweyî bêpar in.”
-
Rêberê Koreya Bakur hevxemiya xwe bi hikûmet û gelê Sûriyê ra diyar kir
Sibat 24, 2023 14:36Kîm Cong Ûn Rêberê Koreya Bakur di peyama xwe ya bo Bişar Esed serokkomarê Sûriyê da hêvî kir ku Şam bikare wêraniya pêkhatî ji ber erdheja wêranker a 7,8 Rîşterî ya vê dawiyê li pey xwe bihêle.
-
Hevserokê HDP’yê: “Şexsê Serokkomar bixwe berpirsê karesatên bi dû erdhejê ye”
Sibat 22, 2023 14:49Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokkomarê Tirkîyê berpirsê rasterast ê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê û xisarên ji ber wê zanî.
-
Kovareke australîyayî: “Tirkîye himber mexdûrên kurd ên erdhejê cihêkarîyê pêk tîne”
Sibat 21, 2023 18:12Kovara Age’yê ya Australîyayê ji zarê rayedarên kurd ên li Tirkîye û Sûrîyê nivîsî ku berpirsên hikûmeta Tirkîyê di warê gîhandina alîkarîyan bo deverên mexdûrê erdhejê da li her du welatan cihêkarîyê pêk tînin.
-
Riswatîya Til Avîvê; Tîma îsraîlî ya rizgarkirinê deqên destnivîs ji Kenîseyeke Entakîyeyê dizîn
Sibat 21, 2023 17:04Tîma Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya îsraîlî ku ji bo alîkariya bo ziyandîtiyên nerdhejê li Tirkiyê hatibû şandin, hin deqên destnivîs ên kevn li Kenîseya kavilbûyî ya li bajarê Entakîyeyê dizîn.
-
Rapor | Giranbûna rexneyên himber hikûmeta Tirkîyê têkildarî rewşa gihandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê
Sibat 21, 2023 14:42Hevgavê ragihandina qewimîna du erdhejên din li Tirkîyê pêla rexnekirina sîyasetên hikûmeta Tirkîyê têkildarî gihandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê giran dibe.
-
Parlementerê HDP’yê: “Hikûmeta Tirkîyê dixwaze erdhejê veguherîne derfetekê ji bo koçandina Kurdên Elewî”
Sibat 20, 2023 16:25Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) bal kişande ser hewldana hikûmetê ji bo guhertina demografîya navçeyên Kurdî-Elewî yên Maraşê li pey erdheja vê dawîyê, derbarê pêla nû ya koçberbûna Kurdên Tirkîyê hişyarî da.
-
Erdogan li dijî paşdaxistina hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê ye
Sibat 20, 2023 09:02Rojnameya Hurriyet’ê ya Tirkiyê nivîsî ku Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê vî welatî pêşniyaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo paşdaxistina hilbijartina serokkomartiyê nepejirandiye.
-
Hejmara goriyên erdheja li Tirkiyê gihîşt zêdetirî 39 hezar kesî
Sibat 19, 2023 14:15Sulêyman Soylû, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê duh anku Şemiyê raporeke teze derbarê hejmara qurbaniyên erdheja li vî welatî belav kir û got ku hejmara kesên ku di encama erdheja 7.8 rîştêrî ya vî welatî canê xwe ji dest dane, gihîşt 39 hezar û 672 kesî.
-
Rapor | Gellek awareyên sûrî piştî erdhejê ji Tirkîyê dizvirin warê xwe
Sibat 17, 2023 19:17Awareyên sûrî piştî erdheja giran a li Tirkîyê dizvirin welatê xwe.