Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol gelek çalakiyên çandî hene. Panel, konser, lîstikên şanoyê û nîşandayîna fîlman.
Xwelî û xubara ku ji aliyê Sûriyeyê hat, tesîra wê li Mêrdînê dewam dike.
Li navçeyên Qersê Qaqizman, Akyaka û Dîgorê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan hatin tetîlkirin.
Li Mêrdînê 4 dêr û 5 manastirên ji serdema "Antîka Dereng" û serdema "Çaxa Navîn" ên ku par li Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê hatin zêdekirin, ji bo ku têkevin lîsteya mayînde protokol hat îmzekirin.
Li Qersê ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr îro dibistan hatin tetîlkirin.
Li Sarioxlana navçeya Qeyseriyê erd bi lerza 4,9ê hejiya û piştî vê jî 20 caran erdhejan dewam kir.
Li Dêraya Bajarê Antîk ê bi çand û berhemên xwe yên dîrokî va balê dikişîne ampullaya (cûreyeke kûzikan) duqulpî ya 1400 salî ya ji kîlê hatiye çêkirin hat dîtin. Ampulla ji bo armancên dînî hatiye bikaranîn.
Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Kurdistana Tirkiyê dest bi çend berhemên dîrokî yên wekî gustîlk û sîkke de hat girtin.
Li Mêrdînê motîfên li mizgeft, medrese, dêr û manastiran di hunera têlkariyê da tên bikaranîn.
Komapniya Petrolê ya TPAO'ya Tirkiyê ragihand ku li nêzikî sînorê Sûriyê petrol hatiye dîtin.