Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî diyar kir ku derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirkiye Hulusî Akar a bê koordîne û çûyîna wî ji nişkêve bo Terablusê binpêkirina serweriya dewleta Lîbyayê ye.
Gelek rayedarên dewleta Tirkiyê serdana paytexta Lîbyayê Terablusê kir.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li ser vexwendina hevpîşeyê xwe yê fransî û bi armanca berfirehkirina pêwendiyan çû Parîsê.
Milîşên çekdar êrişî navenda Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê ya li Terablusê kir û xwest wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla El-Menquş îstîfa bike.
Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bang li Tirkiyê kir ku ji bo hêzên xwe û çeteyan ên li nava Lîbyayê vekişîne hevkariyê bike.
Êmanûêl Mekron serokomarê Fransayê û Vladîmîr Pûtîn hevpîşeyê wî yê ûris di hevpeyîvîneke telefonî da li ser pêwîstiya derketina hêzên derveyî ji Lîbyayê pêgirî kirin.
Dema ku wezîra karên derve ya hikumeta Debîba, Necla El-Menqûş xwest ku bila çete ji axa Lîbyayê derkevin, Partiya Edalet û Avakirinê ya Îxwanan ku pêwendiya wan bi Tirkiyê re heye êrişî wê kir.
Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Imaratê piştî demeka dirêj a reşbûna pêwendiyan bi riya telefonê axivîn.
Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter hêvî kir ku Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya demkî çeteyan ji Lîbyayê derxe.
Wezîrên karên derve yên Fransayê Jean-Yves Le Drian, yê Almanyayê Heiko Maas û yê Îtalyayê Luigi Di Maio duh çûn Lîbyayê.