-
Panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan' li Amedê; "Memû Zîn ne varyanta Memê Alan e"
Çirî 25, 2022 11:10Li Amedê di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî de "Berawirdiya Varyantên Destana Memê Alan" hat nîqaşkirin.
-
Pirtûka ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ bi 1500 gotinan hat weşandin
Çirî 13, 2022 07:33Bi navê ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ pirtûkeke nû ji nav folklora kurdî gihîşt ber ronahiyê. Pirtûka ku Mihyedînê Mihemedê Remo amade kiriye ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.
-
Li Tirkiyê belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
Îlon 14, 2022 05:22Kurdekî bi navê Yusuf Guneş straneke bi kurdî li nav tora civakî belav kir lê ji ber vê stranê salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birîn.
-
Hejmara 12an a Kovara 'Folklora Me' hat weşandin
Tebax 14, 2022 02:55Kovara Folklora Me ku ji aliyê Weqfa Mezepotamyayê ve û her 3 mehan carekê tê derxistin, hejmara wê ya nû derket pêşberî xwendevanan.
-
Kampanyaya ji bo damezrandina mamosteyên Kurdî li Tirkiyê mezin dibe
Tîrmeh 10, 2022 05:24Nerazîbûna li hemberî damezrandina tenê 3 mamsoteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ve mezin dibe. Kampanyaya ku li ser Twitterê bi hashtaga Kurdceye200EkAtama hat destpêkirin bû TT. Gelek rêxistin, partî û kesayetên naskirî piştgirî dan kampanyayê.
-
21 saziyên kurdî li Tirkiyê li hemberî qedexeyên li ser çand û hunerê daxuyanî da
May 30, 2022 06:15Van rojên dawî konserên bi kurdî, lîstikên şanoyê yên bi kurdî li Tirkiyê têne qedexekirin. Li hemberî vê qedexeyê 21 saziyê çandî yên kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kiri û ragihand, “Gelê kurd bi êrîş û qedexeyan dest ji zimanê xwe bernade.”
-
Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê beşa doktoraya Kurdî tê vekirin
May 27, 2022 11:39Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Tirkiyê ku beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin, xwendina doktorayê dest pê dike. Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.
-
Gotûbêjek li ser girîngiya wergerê di wêjeya Kurdiya Zazakî da li Bîngolê bi rê ve çû
May 27, 2022 05:41Li Bîngolê gotûbêja bi navê "Di Edebiyata Zazakî da Girîngiya Xebatên Wergerê" hat kirin.
-
Ji Kurmancî û Kirmanckî, du ferhengên girîng ên kurdî gihîştin ber destên xwendevanan
May 26, 2022 05:29Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di hefteyek de du ferhengên muhîm gihîştin ber destên xwendevanan. Yek jê çapa nû bi kirmanckî ji Nûbiharê, ya din jî bi kurmancî bi çapa berfirehkirî ji Enstîtuyê derket.
-
Şanoya bi navê 'Serbaz' wê du rojan li Îzmîrê be
May 24, 2022 07:47Lîstika Yenîsahneya Batmanê a bi navê "Serbaz" di çarçoveya tûrneya xwe de vê carê diçe Îzmîrê. Lîstik 28 û 29'ê gulanê li Îzmîrê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Kemeraltiyê dê bê lîstin.