-
Li Qerebaxê şer dewam dike
Îlon 29, 2020 08:16Li Qerebaxê, şerê ku piştî operasyona Komara Azerbaycanê ya bi piştgiriya Tirkiyê dest pê kir, dewam dike. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê nava rojê di vê barê de bicive.
-
Dîplomatekî Ermenî: "Tirkiyê dixwaze xewna 'Torana mezin' pêk bîne"
Îlon 28, 2020 16:47Rojnamevan û dîplomatê Ermenî Hamo Moskovyan got, Tirkiyê bi destwerdana li aloziya Ermenistan-Komara Azerbaycanê dixwaze dest li herêma Kafkasya û herêma pişt deryaya Qezwînê werde da ku xewna "Torana mezin" pêk bîne. Wî her wiha piştrast kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna xewnên xwe çeteyên Sûriyê bi kar tîne.
-
Rojnameya Arm Radio'yê: Komara Azerbaycanê 5 helîkopter û 33 tankn xwe ji dest dan
Îlon 28, 2020 08:44Rojnameya Arm Radio'yê ya Ermenistanê nivîsî: Komara Azerbaycanê 5 helîkopter û 33 tank û 27 firokeyên bêfirokevan ji dest dan.
-
Ermenistanê rêya ku diçe beşa bakurî ya Qerebaxê girêda
Îlon 28, 2020 08:31Ermenistanê rêya ku diçe beşa bakurî ya Qerebaxê girêda.
-
Sê roketên aliyên şêrr li Qerebaxê li navçeyên sînorî yên Îranê ketin
Îlon 28, 2020 08:13Li pey pevçûnên leşkerî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê, sê roketên aliyên şêrr li navçeyên sînorî yên Îranê ketin.
-
Sêkrêtirê giştî yê NY daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê kir
Îlon 28, 2020 05:01Sêkrêtirê giştî yê NY daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê di mijara Qerebaxê da kir.
-
SOHR: Koma yekemîn a çeteyên Sûrî gihîşt Komara Azerbaycanê
Îlon 28, 2020 04:49SOHR'ê ragihand ku "beşa yekemîn a çeteyên Sûrî gihaşt Komara Azerbaycanê û Tirkiye komek din jî amade dike."ROJANE 27 Rezber 2020, Yekşem - 19:53 2020-09-27T19:53:00 NAVENDA NÛÇEYAN
-
Îranê amadetiya xwe jibo dabînkirina rewşê bona gotûbêja Ermenistanê û Komara Azerbaycanê ragihand
Îlon 28, 2020 04:22Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi pevçûnên leşkerî navbera Komara Azerbaycanê û Îranê, qala amadetiya Têhranê jibo dabînkirina rewşê jibo gotûbêja navbera Bakû û Yêrîvanê kir.
-
Zerîf bi hevpîşeyên xwe yên Azzerî û Ermenî bi riya telefonê axivî
Îlon 28, 2020 04:22Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêjên telefonî yên cuda digel hevpîşeyên xwe yên ermenî û azerî ji du aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin, agirbesê berçav bigirin û bilez dijminatiyan bi dawî bînin û gotûbêjan di çarçova maf û qanûnên navneteweyî destpê bikin.
-
Ermenistan: 2 helîkopterên Azerbaycanê hatin xistin
Îlon 27, 2020 19:58Li ser sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de careke din di navbera herdu welatan de şer û aloziyan destpê kir. Serokomarê K. Azerbeycanê dibêje ji ber êrîşa Ermenistanê birîndar û qurbaniyên wan hene. Serokewezîrê Ermenistanê jî ragihand ku artêşa Azarbêcanê dest bi êrîşekê kiriye, lê artêşa wan bi awayekî serkeftî rewş kontrol kir.