-
SOHR: Zêde ji 900 mîlîtanên sûrî ji Qerebaxê vegeriyan Sûriyê
Kanûn 03, 2020 12:31Rêxistina Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala vegeriyana zêde ji 900 çekdarên sûrî bo Sûriyê ji navçeya Qerebaxê kiriye.
-
SOHR: Piştî redkirina Komara Azerbaycanê ya bicihbûnê, hinek çeteyên sûrî vegerîn
Kanûn 02, 2020 19:28Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), daxuyand ku piştî hikumeta Azerbaycanê red kir ku çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Komara Azerbaycanê bi cih bibin, hin beşên ji çeteyan vegerîn Sûriyê.
-
Lihevkirinameya pêkanîna navenda çavdêriya Rûsiye-Tirkiyê li Qerebaxê hat wajokirin
Kanûn 01, 2020 13:20Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala wajokirina lihevkirinameya derbarê pêkanîna navenda hevpar a kontrola agirbesê li Qerebaxê digel Rûsiyê kir.
-
Artêşa Komara Azerbaycanê derbasî şaristana Laçînê bû
Kanûn 01, 2020 06:31Hêzên Artêşa Komara Azerbaycanê piştî 28 salan derbasî bajarê Laçînê bûn.
-
Tirkiyê li ser pêşnûmeya serxwebûna Nagorno-Qerebaxê bertekeke tund da Fransayê
Tesrîn 26, 2020 16:49Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê pesendkirina pêşnumaya naskirina serxwebûna herêma Nagorno-Qerebaxê ji aliyê Senata Fransayê ve nerazîbûnek tund nîşan da û ragihand, “Banga Senatoya Fransayê ya divê Komara Azerbaycan vekişe nav axa xwe pêkenî, alîgir û ji rastiya dûr e.”
-
Çûyîna Zerîf bo Komara Azerbaycanê û Rûsiyê paşda ket
Tesrîn 21, 2020 17:02Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala paşdaketina çûyîna Muhemed Cewad Zerîf bo Rûsiye û Komara Azerbaycanê kir.
-
Piştî belavbûna "Hêzên Parastina Aştiyê" li Qerebaxê Sergey Shoigu gihîşt Erîvanê
Tesrîn 21, 2020 13:01Dezgehên çapemeniyê yên Ermenistanê regihandin ku Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu îro bi şandeyeke rûsî re gihîşt Erîvanê. Tê payîn ku werzîrê rûsî bi serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan re bicive.
-
Artêşa Azerbaycanê piştî 27 salan ket Axdamê
Tesrîn 20, 2020 20:10Wezareta Berevaniya Komara Azerbaycanê îro ragihand, artêşa wî welatî îro piştî 27 saln û di çarçoveya rêkeftina aştiyê ya li gel Ermenistanê de, derbasî navçeya Axdamê li herêma Nagorno Qerebaxê bû.
-
Fransayê ji bo Qerebaxa Jorîn çavdêriya navnetewî xwest
Tesrîn 20, 2020 15:42Serokomariya Fransayê xwest ku agirbesta li Qerebaxa Jorîn ku dewleta Tirkiyê û Komara Azerbaycanê bi çeteyan dagir kiriye ji hêla civaka navnetewî ve were çavdêrîkirin.
-
Helwêsta Cozêp Borêl derbarê nebûna hêzên derveyî li Qerebaxê
Tesrîn 19, 2020 16:50Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê li ser pêwîstiya derketina çekdarên biyanî li navçeya kêşeliser a Qerebaxê pêgirî kir.