-
Besê Hozat: Xweseriya Herêma Kurdistanê li ber xeterê ye / Kiryarên PDK ragihandina şêrr e
Mijdar 03, 2020 22:56Hevseroka Konseya Rêbertiyê ya Koma Civatên Kurdistanê (KCK) hişyarî da ku tevgerên leşkerî yên Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) nîşana hevkariya vê partiyê di planên hikûmeta Tirkiyê ye û ragihandina şerekî ye ku dê destkeftên kurdan li Herêma Kurdistanê ji nav bibe.