Besê Hozat: Xweseriya Herêma Kurdistanê li ber xeterê ye / Kiryarên PDK ragihandina şêrr e
Hevseroka Konseya Rêbertiyê ya Koma Civatên Kurdistanê (KCK) hişyarî da ku tevgerên leşkerî yên Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) nîşana hevkariya vê partiyê di planên hikûmeta Tirkiyê ye û ragihandina şerekî ye ku dê destkeftên kurdan li Herêma Kurdistanê ji nav bibe.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Firat Newsê, Besê Hozat, Hevseroka Konseya Rêbertiyê ya Koma Civatên Kurdistanê (KCK) di axaftinekê da rexne li malbata Barzaniyan dijî vê saziyê girt û ew weke hevkariya di komployên hikûmeta Tirkiyê da zanîn.
Hozatê got: Şandina hêzên çekdar ên PDKê bo navçeyên çalakiya hêzên KCKê û hevkariya vê partiyê digel Tirkiyê dê rewşa xweseriya Herêma Kurdistanê tûşî xeterê bîne.
Wê got: Tirkiyê şerê qirrkirinê dijî kurdan bi rê xistiye. Helwêsta PDKê divê ji vê hêlê va were nirxandin. Armanca hikûmeta Tirkiyê tevkujiya kurdan û damezirandina rejîmeke nû ya tirkî-îslamî ye.