• Zimanê Kurmancî, dengbêjî û Kemançe wî dike muzîkologê kurdî

    Zimanê Kurmancî, dengbêjî û Kemançe wî dike muzîkologê kurdî

    Îlon 02, 2020 12:05

    Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakirê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (Kemançeyê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser Kemançeyê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka Kemançeyê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurdî ew aniye vê astê.