Dema berhemanîna mêwîja zêrîn li Parêzgeha Kurdistanê dest pê bûye. Ev cûreya mêwîjê ku wek Bolaw tê naskirin ji serdemên berê va li gundê Dolabê li bintara Çiyayê Awelanê yê navbera bajarên Sine û Kamyaranê tê berhemanîn.
Demsala berhemanîna mêwijê li gundê Dolaba parêzgeha Kurdistanê dest pê bûye. Şêwaza berhemanîna vê berhemê wek Bolaw tê naskirin ku ji berê va berbelav bûye û bi vê şêwaza kevnare her sal derdora 150 ton mêwij li vê parêzgehê tê berhemanîn.