Ferhad Tofîq Rêveberê Polîteborûyê û Berdevkê Partiya Sosîyal-Demokrat a Kurdistana Iraqê li ser terorkirina Îsmaîl Heniye Serokê Polîteborûya Hemasê ragihand, Em vê terorkirinê bi tundî şermezar dikin.
Mehmûd Xoşnav endamê YNK'yê got, Ji ber êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê niştecihên 1000 gundî koçber bûne.
Li pey êrîşa vê dawiyê ser binkeyên Heşdi Şeibiyê li Parêzgeha Babilê ya Iraqê, Ebû Ala El Welayî Sekreterê Giştî yê Tabûrên Seyid El Şuhedayê got, Em dê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Amerîkayê biryareke guncav bidin.
Ebdurrehman Mihemed Mamosteyê Zanîngeha Helebceyê got, Îsmaîl Heniye tenê milkê filistîniyan û ereban nîne; ew ya gişt Cîhana Îslamê ye.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro nîvro (Sêşemî, 30ê Tîrmeha 2024an) bi mebesta beşdariya di merasima Sondxwarinê ya dora 14an a Serokkomariya Îranê bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Mêhr-Abadê gihîşte Tehranê.
Elî Ne'im El Beldawî endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê yê Meclîsa Iraqê got, Tu rêkeftinek navebra rejîma berê ya Iraqê û Tirkiyê derbarê êrîşa ser Herêma Kurdistanê tine.
Ehmed Daban endamê berê yê Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê got, Hewlêr bi qestî proseya dayîna mûçeyên krmendan ji aliyê Bexdayê va paşda dixe.
Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya parlemana Iraqê got: Turêketinek di navbera rejîma berê ya Iraqê û Tirkiyê de derbarê êrişa ser Herêma Kurdistanê tine.
Lêkolerê Amerîkî tevî rexnekirina kiryara Serokwezîrê Iraqê derheq nermatî nîşndayîna li himber êrişên Tirkiyê de, got ku armanca van êrişên ser axa Herêma Kurdistanê, berfirehxwaziya Tirkiyê ye.
Hevgavê pêşdaçûna Tirkiyê li nav axa Iraqê rayedar û partiyên iraqî dixwazin ku pêşiya vê yekê were girtin û li dadgehên navneteweyî doz li dijî Tirkiyê bê vekirin.