-
Ji Mezlûm Kobanî bangewaziya derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê de
Hezîran 02, 2022 17:19Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî (Kobanî) ji ber gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman û bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir ku “pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”
-
Hevpeymaniya Amerîkî li Sûriyê dîsa pişta kurdên vî welatî li hemberî êrişên Tirkiyê vala kir
Hezîran 02, 2022 13:41Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand “Pêşî plana dagirkeriyê ya Tirkiyê, Hêzên koalîsyonê ya bi serkêşiya Amerîkayê ji baregeha "Lafarge" ya rojhilatê Helebê vekişiyan.”
-
HSD 50 terorîstên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Hezîran 02, 2022 12:58Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, 50 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatin kirin.
-
Iraq 690 penaberên iraqî yên li kampa Holê vegerandin
Hezîran 02, 2022 12:35Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku bi dehan penaberên Îraqî yên girtî li kampa Holê li derdora Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê bo Iraqê hatin vegerandin.
-
Deverên Şehba, Til Temir û Eyn Îsa hatin topbarankirin
May 25, 2022 07:56Hêzên Tirkiyê gundewarê Şehba, Til Temir û Eyn Îsa bi dijwarî topbaran dikin.
-
QSD`ê li rojhilatê Eyn Îsayê balafireke bêmirov a biçek xist xwarê
May 23, 2022 12:19Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku li rojhilatê Eyn Îsayê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê xistiye xwarê.
-
Şam: Hebûna neqanûnî ya Amerîkayê li Sûrîyê ber bi bidwîhatinê va ye
May 19, 2022 16:00Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got ku bicihbûna neqanûnî ya hêzên Amerîkayê li rojhilata Sûrîyê ber bi kutabûnê va ye.
-
Ebdî: Tirkiyê gefan li ewlehiya herêmê dixwe û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike
Nîsan 23, 2022 06:19Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî got, Tirkiyê bi êrişên xwe, peymanên navneteweyî yên ku bi dewletên garantor re îmze kiriye, bin pê dike û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike.
-
Hêzên Tirkiyê 6 gundên Zirganê topbaran kirin
Nîsan 22, 2022 08:49Hêzên Tirkiyê 6 gundên Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Sûriyê topbaran kirin û di encamê de pêleke koçberiyê li navçeyê dest pê kiriye.
-
Li Dêrazorê êrîşa DAIŞê: 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan
Nîsan 22, 2022 04:51Hat ragihandin ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li Dêrezorê de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.