Rêberê Partiya Komarxwaz a Gelan a Tirkiyê (CHP) di axaftinekê da bi gotina vêya ku encamêbn hilbijartinên vê dawiyê yên serokkomartî û parlimaniyê li vî welatî berovajî çaverêtî û pêşbîniyan bûn got ku ev encam şikesteke giran ji bo Opozîsyonê nayê hesab.
Civîna yekem a kabîneya nû ya Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê hat lidarxistin û 4 destûrkar tê da hatin hilkolandin.
Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê da stratejiyên xwe di heyama nû ya serokkomartiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê vî welatî ragihandin.
Nûnerên Opozîsyonê itiraza xwe bi ranebûna er piyan di dema rêzgirtina Erdogan li civata gelemperî ya Meclîsa Tirkiyê diyar kirin.
Receb Teyyîb Erdogan roja Şemiyê wek serokkomarê Tirkiyê li parlimana vî welatî sond xwar.
Receb Teyyîb Erdogan piştî sondxwarina ji bo dora sêyem a Serokkomartiyê, şeva bihurî endamên kabîneya nû ya Tirkiyê dan nasandin. Di kabîneya nû da Hakan Fîdan û Mehmet Şîmşek wek wezîr hatine nasandin.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku îhtimala mehkemekirina Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hilbijartina Srokkomartiyê ya Tirkiyê zêde bûye.
Çavkaniyên agah li Tirkiyê Şemiya bê wek roja sondxwarina Receb Teyyîb Erdogan ragihandin.
Mihemed Fatih Cîgirê Serokê rêxistina AKP'yê li Amedê dibêje ku 'Serkeftina Erdogan ser xêra hemû gelê Tirkiyê ye'.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê bi rêya telefonê bi Receb Teyyîb Erdogan ra axivî û hilbijartina wî wek Serokkomarê Tirkiyê lê pîroz kir.