Îran Hildibijêre bernameya taybetî Qonaxa duyem a Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê ye ku di du beşên Kurmancî û Soranî da ji Kanala Sehera Kurdî tê pêşkêşkirin û hevkarên me kêlî bi kêlî nûçe û raporên têkildarî vê rûdana mezin pêşkêşî bîner û bîseran dikin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got, "Pişkdariya pirrcoş a gelê Îranê di Hilbijartinê da ne tiştek e ku were jibîrkirin."
Ednan Memsûr Wezîrê Karên Derve yê Libnanê yê berê got, Hilbijartina Serokkomarê nû li Îranê di demeke kurt da şiyana vî welatî nîşan dide.
Piştî serkeftina Mesûd Pizişkîyan di Hilbijartina Serokkomariya Îranê da rayedarên welatên cûrbicûr bi peyamên xwe pîrozbahî lê kirin; em raporekê di vî warî da bibînin.
Seîd Celîlî û Mesûd Pizişkiyan du berbijêrên derbasbûyî bo qonaxa duyem a Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê vê hefteyê bi serdan û bangeşeyên xwe, hewl dan bala dengderan bikişînin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê got, Gerra duyem a Hilbijartina Serokkomartiya Îranê gellekî girîng e.
Piştî ku Mesûd Pêzêşkîyan bi gerra duyê ya dewra çardan a hilbijartina serokatîya Komara Islamî ya Îranê da bi pirranîya dengan ser ket, rayedarên welatên curbicur bi peyaman pîrozbayî lê kirin
Piştî ku Mesûd Pizişkiyan di gerra duyê ya hilbijartinên dewra 14-na serokkomartiya Îranê de bi ser ket, rayedarên welatên curbicur bi peyamê ew serketina lê pîroz kirin.
Pişkidariya îraniyên li nav û dervey welêt d gerra duyê ya dewra 14an ya hilbijartinên serokkomariya Îranê bi awayekî berfireh di nav medyayên navneteweyî de deng veda.