Heval Ebûbekir Parêzgarê Silêmaniyê di presskonferansa îro da got: Ez ji hikûmeta Iraqê dixwazim ku lihevkirinnameyê bi cih bîne û miaşan di dema xwe da bişîne da ku ev rewş (greva mamosteyan) bi dawî bibe.
Parêzgarê Silêmaniyê ji hikûmeta navendî ya Iraqê xwest ku ji bo bidawîanîna boykota enstîtûyên fêrkariyê, lihevkirinnameya digel Herêma Kurdistanê ya derbarê şandina miaşa karmend û mamosteyan di dema xwe da bi cih bîne.
Civîna parêzgarên parêzgehên sînorî yên Îranê û Hrêma Kurdistana Iraqê roja Pêncşemiyê li bajarê Ûrmiyeyê, navenda parêzgeha Azerbaycana Rojava dest pê bû.
Dr. Heval Ebûbekir, Parzêgarê Silêymaniyê ragihand ku rewşa ku van du partiyan pêk anîne, bandoreke rasterast datîne ser jiyan û debara gel, reweşa bazarê, derfetên kar û şuxil, sermayeguzarî û erkên saziyên hikûmî.
Parêzgarê parêzgeha Silêmaniyê li Herêmam Kurdistanê di serê taximekê da ji derbasgeha sînorî ya Başbaqa Merîwanê derbarî Parêzgeha Kurdistanê bû.