-
Rûhanî: Siyaseta Îranê rêzgirtina li mafên gelan û bidawîhatina yekalîtîşopiyê ye
Mijdar 11, 2020 13:05Serokê Komara Îslamî ya Îranê aştî û aramiya li navçeyê, rêzgirtina li mafên miletan, destwernedana li karên navxweyî yên welatan, têkoşîna dijî têrorîsmê, bidawîhatina yekalîtîşopiyê, sozdariya li soznameyan û danûstandina avaker wek siyasetên neguhêr ên Têhranê da zanîn.
-
Ruhanî: Îran dikare hewcetiyên binavahî yên endamên Şanghayê dabîn bike
Mijdar 10, 2020 21:15Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser siyaseta bingehîn a Komara Îslamî di warê cînartiya baş û çêkanîna baweriyê û gotûbêja bi cînaran re û got: Îran wek riya sereke ya navbera welatam li rojavayê Asyayê dikare hewcetiyên binavahî yên endamên Rêxistina Şanghayê dabîn bike.
-
Civîna serxet a Serokên Şanghayê sibe bi amadebûna Rûhanî dê were lidarxistin
Mijdar 09, 2020 19:34Civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê sibe Sêşemiyê bi awayê serxet were lidarxistin.
-
Ruhanî: Siyaseta bi xisar û ziyan a Trump ji aliyê gelê Amerîkayê jî red bû
Mijdar 08, 2020 15:01Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser encama hilbijartina Amerîkayê û got: Siyaseta bi xisar û ziyan û şaş a Trump ne bi tenê ji aliyê gelên cîhanê belkî ji aliyê gelê Amerîkayê jî red bû.
-
Rûhanî: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire
Mijdar 07, 2020 12:27Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku boykotkerên welêt rêya wan nedurust û şaş bûye, destnîşan kir: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire.
-
Rûhanî: Dewleta din a Amerîkayê dê li hemberî gelê Îranê teslîm bibe
Mijdar 05, 2020 14:31Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku encama Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê jibo Îranê ne girîng e, got: Bêguman dewleta din a Amerîkayê dê li hemberî gelê Îranê teslîm bibe.
-
Ruhanî: Ji Îranê re ne girîng e çi li Amerîkayê derbas dibe
Mijdar 04, 2020 13:06Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku hilbijartina Amerîkayê ji babeta curbicur hêjayî ders hîn bûnê ye û got: Ji bo Tehranê re ne girîng eli Amerîkayê çi derbas dibe û kî dibe serokomar.
-
Ruhanî: berbendên nû li navendên 25 parêzgehan û 46 şaristanên Îranê wê werin bikaranîn
Cotmeh 31, 2020 17:22Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Erkana Neteweyî ya Pêşîgirtina li Pandemya Koronayê pejirandiye ku ji bo 10 rojan li navendên 25 parêzgehan û 46 şaristanên Îranê wê berbendên nû werin bikaranîn.
-
Xemgînî û hevderdiya Îranê bi dewlet û netewê Tirkiyê re ji ber erdheja Îzmîrê
Cotmeh 31, 2020 15:40Serokê Komara Îslamî ya Îranê û rayedarên payebilind ên din ên Îranê ji ber erdheja Îzmîrê û candayîna hejmarek ji xelkê Tirkiyê di encama wê de ji hikûmet û netewê Tirkiyê re sersaxî xwestin û dewlet û netewê Îranê hevderdê wan dan zanîn û diyar kirin ku Îran ji bo şandina her alîkariyekê ji gelê erdhejlêketî yê Tirkiyê re amade ye.
-
Ruhanî:Tevî boykotan me karên mezin li Îranê kirine
Cotmeh 29, 2020 21:52Serokê Komara Îslamî ya Îranê li merasima desbikarkirina çend projeyan got: Tevî boykotan me karên mezin li Îranê kirine bi taybet di warê riya hesin (riya qetarê), riyên makîneyan, di warê cotkarî û mal û meskenê de.