Civîna serxet a Serokên Şanghayê sibe bi amadebûna Rûhanî dê were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321244-civîna_serxet_a_serokên_Şanghayê_sibe_bi_amadebûna_rûhanî_dê_were_lidarxistin
Civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê sibe Sêşemiyê bi awayê serxet were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2020 16:04 Asia/Tehran
  • Civîna serxet a Serokên Şanghayê sibe bi amadebûna Rûhanî dê were lidarxistin

Civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê sibe Sêşemiyê bi awayê serxet were lidarxistin.

Li gorî rapora ISNAyê, Civîna 27an a serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi amadebûna Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û bi serokatî û mazûvaniya Vladîmîr Pûtîn Serokomarê Rûsiyê sibe Sêşemiyê dê bi awayê serxet (online) were lidarxistin.

Di vê civînê da mijarên herî girîng ên siyasî, aborî û ewlehiyê yên navçeyî û navneteweyî dê bibin mijara gotûbêja serokkomarên welatên endam.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê rêxistineke navdewletî ye ku Hezîrana 2001ê li Şanghaya Çînê ji aliyê Qezaqistan, Çîn, Qirqîzistan, Rûsiye, Tacîkistan û Uzbekistanê va hat damezirandin û di Hezîrana 2017an da Hind û Pakistan jî tevli vê rêxistinê bûn.

Îran, Efganistan, Moxolistan û Bilarûs endamên Çavdêr ên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ne.