-
Hewlêr û Bexda li ser pişka Herêma Kurdistanê li hev kirin
Kanûn 06, 2020 15:42Hewlêr û Bexda bi awayekî destpêkî li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya fedaralî ya 2021ê de li hev kirin, ku rêkeftina berê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Adil Ebdulmehdî, bikin bingeha rêkeftina navbera xwe û di budceya federalî ya 2021ê de bicîh bikin. Li gor wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê wê rojane 250 hezar bermîl neftê û nîvê dahata deriyê sînorî bide Bexda, li hember pişka xwe 12.67 ji sedî bûdceya giştî ya Iraqê werbigire.
-
Balafên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li bakura Iraqê bombebaran kirin
Kanûn 06, 2020 11:44Balafirên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li sînorê nehyeya Dêrelukê ser bi qezaya Amêdiyê ya Duhokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û bombebaran bû sedema tirsê di nav xelkê navçê de. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Gareyê 4 gerîlayên PKKê di encama êrişekê de canê xwe ji dest dane.
-
Cotyar Adil: Tu berjewendiyeke Rêjîma Siyonîst li Herêma Kurdistanê tuneye
Kanûn 05, 2020 16:05Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rêjîma Siyonîst tu berjewendiyek li Herêma Kurdistanê tune û tu welatiyekî Rêjîma Siyonîst li vê herêmê tuneye.
-
Berteka Enqerê derbarê nûçeyên derketina PKK ji Şengalê
Kanûn 03, 2020 22:03Enqerê weşandina nûçeyên derketyina PKK ji Şengalê nebes da zanîn û pêkhatina vê yekê girêdayî bi pêngavên zêdetir da zanîn.
-
Di xwenîşandana meaşgiran li Silêmaniyê da du nûnerên Parlimanê birîndar bûn
Kanûn 03, 2020 16:01Hêzên ewlehiyê bi reşandina gaza rondikrêj êrîşî ser xwenîşandana meaşgiran li Silêmaniyê kirin û di vê êrîşê da nûnerekî Tevgera Goranê û nûnerekî serbixwe li Parlimana Herêma kurdistanê birîndar bûn.
-
Li Çemçemal festivalek hunerî û çandî hat lidarxistin
Kanûn 02, 2020 08:43Ciwanên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê festivalek hunerî lidarxistin. Di festivalê de cilûbergên Kurdî, şêwazê berê yê jiyana Kurdewarî hate nîşandan. Berpirsên festivalê diyarkirin armanca wan ji festivalê ew e ku hîn zêdetir çanda Kurdewarî were nasandin û neyê ji bîr kirine.
-
Dibistanênên Herêma Kurdistanê heta 1’ê Tîrmeha 2021’an girtî dimînin
Kanûn 02, 2020 08:01Li gorî biryara Komîsyona Bilind a Rûbirûbûna Korona ya Herêma Kurdistanê, ragirtina dewama dibistanan ji bo tevayî qonaxên xwendinê heta 1’ê Tîrmeha 2021’an hate dirêjkirin. Li gorî biryarê wê zanîngeh û peymangeh bi heman şêweyê berê bi awayê online xwendin berdewam bike.
-
Li Silêmaniyê; Xelata Karo dan nivîskar Ehmed Mihemed
Kanûn 01, 2020 11:11Nivîskar Ehmed Mihmed hêjayî Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar hate dîtin. Nivîskar Ehmed Mihemed yê ku temenê wî 77 sal e û hejmara pirtûkên ku bi wî bi xwe nivîsandî û yên wergerî li dor 50 hebî ye.
-
Li Herêma Kurdistanê 415 pêketiyên din ên vîrusa korona hatin tomar kirin
Mijdar 30, 2020 20:54Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, li herêma Kurdistanê 415 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin.
-
Herêma Kurdistanê; 'Tîma Nînca a Soran'
Mijdar 27, 2020 17:52Li Herêma Kurdistanê komek kurd ku navê "Tîma Nînca a Soran" li xwe kirine hînê nîncatiyê dibin.