Serokwezîrê Iraqê derbarê xwepêşandanên Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322225-serokwezîrê_iraqê_derbarê_xwepêşandanên_herêma_kurdistanê_de_peyamek_belav_kir
Serokwezîrê Iraqê derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniya Mistefa Kazimî de hate gotin ku nerazîbuna xelkê herêmê bi hêcet e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2020 09:50 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê derbarê xwepêşandanên Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir

Serokwezîrê Iraqê derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniya Mistefa Kazimî de hate gotin ku nerazîbuna xelkê herêmê bi hêcet e.

Xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê ya li hemberî gendelî, rewşa xirab ya herêmê û nedana mûçe dewam dike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê xwepêşandanan de di malpera xwe ya twîtterê de peyamek belavkir.

Di peyama Kazimî de ev tişt hatin gotin; “Ez dilsozê xem û janên xelkê me yê li Herêma Kurdistanê me. Bi taybetî jî bajarê Silêmanî ya çiya, rewşenbîrî û resentiyê. Nerazîbûna wan bi hêcet e, ji ber ku xwedî berhema gelek salan in. Em ji bo rûmeta gelê Kurd û hemû gelên Iraqê bi awayek cidî kar dikin.”