-
Şanda hikûmeta Kurdistanê dê dîsa bi wezîrên neft û darayî yên Iraqê re bicive
Kanûn 10, 2020 16:14Şanda hikûmeta Kurdistanê dîsa bi wezîrên darayî û neft yên Iraqê re hevdîtin dike.
-
Li Erbet, Helebce û Dukanê xwepêşandan destpêkirin: 2 kes hatin kuştin
Kanûn 10, 2020 03:56Li bajaroka Erbet ya Silêmaniyê xwepêşandan destpêkir, di dema xwepêşandanê de ciwanek hate kuştin û sê xwepêşander jî birîndar bûn. herwiha li Dukanê ya Silêmaniyê jî di dema xwepêşandanê de welatiyek ji ber lêdana hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da. Li Helebceyê jî xwepêşandan destpêk.
-
Cîgirê serokparlimanê Iraqê: 'Bexda hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêma Kurdistanê ye'
Kanûn 09, 2020 10:20Cîgirê kurd ê serokparlimanê Iraqê dewleta navendî ya vî welatî tawanbar kir ku biryareke ciddî jibo çareserkirina nakokiyan digel Herêma Kurdistanê tune û hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêmê ye.
-
Iraq: Divê çareseriyeke dadperwerane bo pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bê dîtin
Kanûn 08, 2020 22:30Encûmena Wezîran a Iraqê ragihand ku divê çareseriyeke dadperwerane bo pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bê dîtin.
-
Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Kanûn 08, 2020 21:45Civîna sê alî ya PDK, YNK û Goranê bi dawî hat û biryar hat dayîn ku şandeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê bike.
-
Serokkomarê Iraqê: Divê daxwazên xwepêşanderan werin bicih anîn
Kanûn 08, 2020 19:01Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser xwepêşandanên dawî yên li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyê daxuyaniyek belavkir û da zanîn ku divê li gorî qanûnê û dûrî tundûtujiyê xwepêşander werin parastin.
-
Partiyên siyasî bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku gotûbêjê bi Bexdayê re bike
Kanûn 08, 2020 16:493 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê bang li hikumeta Herêmê kir ku azadiya fikrî asteng neke û girêdayî mijarên diravî û mûçeyên karmendan, bi Bexdayê re gotûbêjê bike.
-
'Dê civîna sêalî ya Partiya Demokrat, YNK û Tevgera Goran were lidarxistin'
Kanûn 07, 2020 16:37Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku bi zûtirkê dê civîneke sêalî navbera vê partiyê û YNK û Tevgera Goranê were lidarxistin.
-
Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser gundên Herêma Kurdistanê kir
Kanûn 07, 2020 16:27Li pe êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihikê li Herêma Kurdistanê, elektrîka sê gundên vê navçeyê hat qutkirin.
-
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê pişta lihevkirina Şengalê navbera Bexda û Hewlêrê girt
Kanûn 07, 2020 07:45Berpirsa medyayî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di axaftinekê da ji lihevkirina Şengalê navbera Bexda û Hewlêrê piştgirî kir.