HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî parlamenterê AKP'ê da ku heqaret li Selahattîn Demîrtaş û malbata wî kir û got: "Li dijî mirovahiyê ye û sosret e."
Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî bersiv da nameya Parlamenterê Ewropayê Andreas Schîeder.
Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got: ''Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.''
Polîsan destûr nedan ku welatî beşdarî çalakiya “Xeleka aştiyê” ya HDP’ê xwest li ber Gara Enqerê li dar bixe, bibin. HDP’iyan ji bo 103 welatiyên jiyana xwe ji dest dan, qerenfîl danîn ber Gara Enqerê.
Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê diyar kirin ku esker li herêma Çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê bi zanebûn daristanan dişewitînin û bi vê yekê dixwazin gelê herêmê bidin koçberkirin.
Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP’ê diyar kir ku di vê hefteya dawîn de sê endamên wan hatine revandin û sîxurtî li ser wan hatiye ferzkirin.
Hevserokê HDP'a Mûşê Abdulbarî Yîgît û du kesên din hatin girtin. Hevserokê HDP'a Mûşê Abdulbarî Yîgît û Şaban Atilgan û Guler Bîngol ku di 15'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan, carin hatin binçavkirin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Necdet Îpekyuz derbarê belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî da û ragihand ku ji meha Hezîranê ve haletên pêketina vîrusên koronayê zêde dibin û got: “Hejmara haletên koronayê têne veşartin û ji ber wê yekê ti planeke baş bo rêgirtina li ber belavbûna koronayê nayê danîn.”
HDP’ê di salvegera Komkujiya Beybahçe ya li Dîlokê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat bîranîn li dar xist û 40 jê zarok 56 qurbaniyan bi bîr anî.
Polîsan, duh serê sibehê li navçeya Kopê bi ser malan de girt û Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Abdulbahrî Yîgît binçav kirin