-
Derbarê parlamenterên HDPê de 50 fezleke bo parlamentoyê hatin şandin
Kanûn 04, 2020 07:1762 fezlekeyên nû ji bo parlemanta Tirkiyê hatin şandin ku 50 ji wan derbarê parlementerên HDPê de ne.
-
Sûra Amedê; Tahir Êlçî di pêncemîn salvegera terorê da hat bibîrhanîn
Tesrîn 29, 2020 07:23Bi boneya salvegera pêncan a terorkrina Serokê berê ya baroya Amedê merasimek li taxa dîrokî ya Sûrê hat lidarxistin.
-
Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
Tesrîn 29, 2020 07:04Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranîna li ser gora Tahîr Elçî de axivî û got: “Tu niyata dewlet û hikumetê nîne ku kuştina Tahîr Elçî ronî bike. Çimkî ew jî dizanin ku ronî bike wê hêza tarî ku li pey derkeve heta ku dirêj bibe.”
-
Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
Tesrîn 27, 2020 07:52Ajansa Mezopotamyayê: "Hat zanîn R. Tarhan ê birayê Abdulmecît Tarhan ê AKP’yî ku li Şaredariya Colemêrgê di bin rêveberiya qeyûm de ye dixebitî, ji ber xapanindin û bertîlê li gelek kesan kiriye hat girtin."
-
Ji parlamenterê HDPê Kemal Bulbul re cezayê girtîgehê hat birîn
Tesrîn 26, 2020 11:11Ji Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul re bi hinceta “endambûna rêxistina çekdarî” cezayê 6 sal û 3 meh girtîgehê hat birîn.
-
HDPê bersivek tund da Bahçelî: Ne ji mafê alîgirên mafyayê ye behsa Demirtaş bike
Tesrîn 26, 2020 08:43Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tundî bersiva Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewî ya nijadperest (MHP) da û ragihand, “ne ji mafê alîgirên mafyayê ye li dijî Demirtaş biaxivin.”
-
HDPê daxwaz kir Erdogan dest ji kar berde
Tesrîn 10, 2020 18:59Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mîthat Sancar dibêje, destjikarberdana Berat Albayrak Wezîrê Gencîne û Darayî têrê nake û pêwîst e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî tevî kabîneya xwe dest ji kar berde.
-
Li Rêya Armûşê xebatên endamtiya HDP'ê didomin
Tesrîn 06, 2020 10:07Rêxistina Navçeya Rêya Armûşê ya HDP'ê li gel hemû zor û astengkirinên dewleta Tirkiyê jî xebatên endamtiyê didomîne.
-
AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
Tesrîn 05, 2020 04:49Pêşniyaznameya HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.
-
Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e
Tesrîn 05, 2020 04:48Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, destnîşan kir ku 4'ê Mijdarê êrîşeke li ser masê siyaseta demokratîk û got: "Dê têkoşîna me ya li dijî vê îqtidara faşîzan û bêhiqûqî bidome."