Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku hewldana malbatên 13 leşker û polîsan ne di xema îqtidarê de bû û got: “Divê her kes qebûl bike ku operasyona li Garê neserketî ye.”
Hevserokê HDPê kuştina 13 dîlên Tirkiyê li çiyayê Gare şermezar dike û daxwaza pêkanîna komisyonekê serbixwe ji bo lêkolînê kir.
Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Batmanê hatin binçavkirin.
Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier dibêje, "25 milyon Kurd li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê dijîn nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Li Tirkiyê di her warî de bêhiqûqî berdewam e."
Rojnameyeke Tirkiyê diyar kiriye ku serkomarê Tirkiyê Receذ Teyib Erdogan “soz” daye serokê giştî yê partiya nijadperest a MHPê Devlet Bahçelî, HDPê hilweşîne.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ziyaret kir.
Alîkarê Hevserokê HDPê dibêje li Tirkiyê peywendiyeke berdewam a hikûmetê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hebûye.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di civîna koma partiya xwe de axifî û ji desthilata Tirkiyê re got: “Hûn dê nikaribin li ber hêz û bandora HDPê ya di siyasetê de bibin asteng.”
HDP'ê ragihand ku li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî dagirkirina Efrînê û herêmên din, her wiha li hemberî sûcên şer hemûyan dengê xwe bilind bike.
Bi ser danîna qeyûmê Şaredariya Farqînê re 10 meh derbas bûn. Di nava van 10 mehan de ev qeyûmê sêyemîn e tê tayînkirin.