-
HDP: Hikûmeta Tirkîyê divê dest ji êriş û dagirkerîya dijî Şingalê bikişîne
Tebax 04, 2022 11:00Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku dest ji êriş û dagirkerîya dijî Şingalê bikişîne û qirkirina êzidîyan bi fermî nas bike.
-
Demîrtaş: Operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê tenê di berjewendiya AKP-MHPê de ye
Tebax 03, 2022 13:12Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, her operasyoneke nû li ser kurdên Sûriyê û bakurê vî welatî, tenê di berjewendiya desthilata AKP-MHPê de ye û bang li demokrasîxwazan kir, li dijî operasyonê rawestin.
-
HDP'yê êrişên li ser saziyên elewiyan li Enqereyê şermezar kir
Tebax 01, 2022 19:24Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP êrişên li ser saziyên elewiyan ên li Enqereyê şermezar kir.
-
Avahiya HDP'yê ya Stenbolê hat dorpêçkirina da ku pêşî li xwendina daxuyaniya derbarê tevkujiya Zaxoyê were girtin
Tîrmeh 25, 2022 09:50Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê li ber kombûna gel li ber avahiya HDP'yê li Stenbolê ku bi nîşana nerazîtiya li hemberî tevkujiya Zaxoyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê va pêk hatibû, girt.
-
Hevserokê HDP'yê Divê hikûmeta Tirkiyê were sekinandin
Tîrmeh 22, 2022 11:07Mîdhat Sencer hevserokê HDP'yê li axiftinekê tevî şermezarkirina komkujiya Zaxoyê ragihand ku partiya wî wê ji bo darizandina sebebkarên vê cinayetê hewl bide.
-
HDP: Berpirsiyara Komkujiya Zaxoyê ku duyemîn komkujiya Roboskî ye, dewleta Tirk e
Tîrmeh 21, 2022 11:02HDPê di daxuyaniya xwe ya derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ya li Zaxoyê de got “Berpirsiyarê vê qetlîama ku wê weke duyemîn komkujiya Roboskî bikeve dîrokê, di aliyê siyasî û hiqûqî de desthilata Tirkiyê ye. Ev komkujî di heman demê de tê wateya êrîşa li ser serweriya welatekî din jî.”
-
Endamên nû yên Konseya Navendî ya Biryarder a HDPyê hatin bijartin
Tîrmeh 18, 2022 08:13Endamên nû yên Konseya Navendî ya Biryarder a HDPyê di civîna vê partiyê li Enqereyê hatin bijartin.
-
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar careke din wek hevserokên HDP'yê hatin hilbijartin
Tîrmeh 04, 2022 11:45Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP'yê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar careke din wek hevserokên HDP'yê hatin hilbijartin.
-
Parlementerê HDP'yê: Belengazên ku bi soza rihetiyê deng dabûn Erdogan êdî wî naxwazin
Tîrmeh 04, 2022 09:11Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tirkiyê tevî amajeya bi beşdariya berfireh a gel ji cihên cûr bi cûr ên Tirkiyê di Kongreya pêncem a mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da got: Encama siyasetên Erdogan dûrbûna zêdetir ji berê ya gel ji AKP'yê ye.
-
5emîn Kongreya Giştî ya HDPê li Enqerê birêve çû
Tîrmeh 03, 2022 14:08Îro Yekşemê 3ê Tîrmeha 2022an, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêncemîn kongreya xwe ya asayî li Enqerê paytexta Tirkiyê saz dike. Biryar e 50 hezar endam û alîgirên HDPê ji bajarên cuda yên Tirkiyê beşdarî kongreyê bibin.