Mijdar 14, 2020 22:49
Li Ewropayê gotûbêjên li ser qedexekirina grûpa tirkên tundrew û nejadperest a bi navê Tevgera Gurên Boz berdewam e. Ji bo qedexekirina vê tevgera ku li Fransayê êdî qedexekirî ye, li Almanya partiyên opozîsyonê yên weke Keskan û Partiya Çep dest bi hewldanekê kiribûn û babet li gel partiyên hevpeymanên hikûmetê jî gotûbêj kiribûn.