Medyayên erebî qala gotûbêja telefonî ya wezîrê derve yê Imaratê bi wezîrê derve yê nû yê Rejîma Siyonîst kir.
Dora nû ya gotûbêjên navbera taximên Wezaretên berevaniyê yên Tirkiye û Yûnanê ji îro Çarşemiyê va dê dest pê bibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê li ser daxwaza hevpîşeyê xwe yê brîtanyayî, bi wî ra derbarê Komîsiyona hevpar a Viyenê bi riya telefonî axivî.
Sêrgêyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di gotûbêja telefonî tev Feysel Miqdad hevpîşeyê xwe yê sûrî, tevî pêgiriya li ser hevkariya Moskoyê tev Têhran û Enqerê, derbarê çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê pê ra şêwirî.
Associated Pressê nivîsî: Receb Teyib Erdogan ku hema wisa li benda telefonekê ji aliyê sserokomarê Amerîkayê va ye, awayê axaftina dijî Amerîkayê û welatên rojavayî bi hêviya baştirkirina têkiliya digel Cîhana Rojava nemaze Amerîkayê hêdîtir û nermtir kiriye.
Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja telefonî digel hevpîşeyê xwe yê fenlandî da destnîşan kir ku pêngavên cebirandinê yên Îranê di çarçova Peymana Navokî da bûn.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di têkiliya telefonî tev hevtayê xwe yê yûnanî ragihand ku Enqere jibo raberkirina her cûre alîkariyê bo Atênê amade ye.
Wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê derbarê pêwendiyên dualî û alûgorên navçeyî û navneteweyî axivîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku pêwendiyên Îranê û Koreya Başûr di du sal û nîvên borî da ketiye bin bandora kiryara neqanûnî ya bankên koreyî, destnîşan kir: Bila Koreya Başûr di dema herî lez da rewşê jibo bidestxistina çavkaniyên Banka Navendî ya Îranê li bankên vî welatî xweş bike.
Serokwezîrê Iraqê di têkiliya telefonî digel serokomarê Amerîkayê, mijarine cûrbecûr ji wan hevkariya du welatan di warê têkoşîna dijî Koma terorîst a DAIŞê vekoland.