-
Dirêjahiya Şebekeya Belavkirina Gaza Xwezayî li welêt gihîşte 480 hezar kîlometrî
Çile 16, 2023 15:19Wezîrê Niftê yê Îranê got: Gaza xwezayî gihîştiye derdora 36 hezar û 365 gund û hezar û 224 bajarên welêt û dirêjahiya şebekeya belavkirina gaza xwezayî li Îranê derdora 480 hezar kîlometrî ye ku li cîhanê bêmînak e.
-
Meydana gazê ya Kormorê li bakurê Iraq kete ber êrîşa bi roketan
Çile 13, 2023 17:34Li gorî nûçeya çavkaniyên iraqî, Meydana gazê ya bi navê Kormor'ê li parêzgeha Silêmaniyê ketiye ber êrîşa bi roketan.
-
Serokê Gumrika Îranê: “Asta tranzîta bi rêya Îranê sedî 8,6 zêde bû”
Çile 13, 2023 15:21Li gorî gotina Serokê Giştî yê Gumrika Komara Îslamî ya Îranê, Asta tranzîta bi rêya Îranê di deh mehên destpêk yên sala 1401ê da sedî 8,6 zêde bû.
-
Rêgirtin li derketina pereyên biyanî bi berhemanîna 'Katalîstên Alûmînayê'
Çile 11, 2023 17:07Kompaniyeke îranî ya dahêner bi raberkirina cûreyên Katalîstên Alûmînayê, rêbazek ji bo jêbirina pêkhateyên Sûlfûr anku Kirkûtê ji 'Gaza Tirş' pêşkêş kiriye û ev berhem ji bilî ku girêdayîbûna bi derveyî welêt ji bo dabînkirina wê bi dawî tîne, bûye sebeb ku rê li ber derketina pereyên biyanî ji welêt ji bo kirrîna cûreyên derveyî bê girtin.
-
Li Fransayê qopîna kirrîna êzingan di nava gel da hat belavkirin
Kanûn 31, 2022 18:06Hikûmeta Fransayê ragihand ku qopîna (Coupon) kirrîna êzingan di nava gel da hat belavkirin ta ku welatîyên hewcedar bikaribin êzingan ji bo germkirina mala xwe wergirin.
-
Gazprom'ê tekezî li ser damezirandina navenda veguhestina gazê li Tirkiyê kir
Kanûn 29, 2022 19:30Serokê kompaniya Gazprom’ê ya Rûsiyê li ser girîngiya navenda veguhestina gazê ku biryar e li Tirkiyê were damezirandin, tekez kir.
-
Bihaya niftê di asta cîhanê da careke din jorda çû
Kanûn 28, 2022 14:03Bihaya niftê li bazarên cîhanî careke din jorda çû.
-
YE’yê nekarî astekê ji bo bihaya gazê dîyar bike
Kanûn 14, 2022 18:15Mecaristanê ragihand ku Wezîrên Enerjîyê yên YE’yê nekarîn li ser kivşkirina asta bihaya gazê li hev bikin.
-
Hêzgehên gazê li Îranê bi sûdwergirtina ji şiyana navxweyî tên xurtkirin
Kanûn 14, 2022 14:40Plana xurtkirina tûrbînên mezin li hêzgehên gazê yên welêt ji aliyê Lêkolîngeha Hêzê va bi awayekî serketî pêk tên.
-
Ji ber teqîna gazê li Dihokê 4 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
Mijdar 22, 2022 12:54Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistana Iraqê, tanka gazê ya avahiyekê teqiya û di encamê da 4 kes mirin, 26 kes birîndar bûn.