-
Merasîma rêzgirtin ji cih û şûna hemşîreyan
Tesrîn 08, 2024 11:32Sibeha roja çarşemiyê merasima rêzgirtin aji cih û şûna hemşîreyan bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizişkiyan li Têhranê hat lidarxistin.
-
Hevdîtina endamên Civata Şarezayên Rêbertiyê digel Rêberê Şoreşê
Tesrîn 07, 2024 14:37Nûnerên Civata Şarezayên Rêbertiyê sibeha îro Pêncşemiyê, 7ê Mijdara 2024an, di dawiya duyemîn civîna dora şeşem a vê meclîsê bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî hevdîtin pêk anîn.
-
Çinîna Gula Zeferanê li Azadşehrê
Tesrîn 05, 2024 13:07Çinîn û berhevkirina Gula Zeferanê li zeviyên gundê Wamnanê li Şaristana Azadşehrê ya Parêzgeha Gulistanê wek cemsera berhemanîna vî giyayê dermanî dest pê bûye. Zeferan giyayekî çendsalî ji rêza Zembeqan e ku di pêşeyên çêkirina xwarinê, patina şîeaniyan, dermansazî û pêşeyên din da tê bikaranîn. Gundê navbirî anku Wamnan dikeve 150 kîlomitriya bajarê Gurganê, navenda Parêzgeha Gulistanê li bakurê rojhilatê Îranê.
-
Meşa 13ê Abanê li seranserî welêt
Tesrîn 03, 2024 13:59Meşa Yewmullaha 13ê Abanê (3ê Mijdarê), "Roja Neteweyî ya Têkoşîna dijî Îstikbara Cîhanî" bi dirûşma "Amerîka mihwera Şerûtiyê li Cîhanê" Yekşemiyê, 3ê Mijdara 2024an, bi beşdariya xwendevan, xwendekar û çîn û qatên cûrbicûr ên gel li seranserî Îranê hat lidarxistin.
-
Berhevkirina hinaran li Hewramanê
Tesrîn 02, 2024 13:00Bi hatina demsala payîzê û ji nîveka Cotmehê va, berhevkirin û hilberandina hinaran li baxên devera Hewramanê dest pê dibe. Hinarê Hewramanê ji bilî xwarina wek mêwe û firotina rasterast, av û dûşava wê vediguhere berhemên cûrbicûr û raberî bazarê tê kirin.
-
Paytexta Îsotê ya Îranê
Çirî 29, 2024 14:43Gundê Bîzeyê ser bi Şaristana Dawerzenê li Parêzgeha Xorasana Rezewî bi 30 kargehên amadekirina Îsotê, wek cemsera Îsotê li Îranê tê naskirin. Îsota sor ji berhemên taybetî Bîzeyê ye.
-
Zahîyeya Beyrûtê piştî êrişên Rejîma Siyonîst
Çirî 28, 2024 12:57Li gorî rapora IRNAyê, Zahîyeya Başûr navçeyeke pirranî şîe-nişîn li dorhêla başûrê Beyrûta paytexta Libnanê û şaristana Be'bedayê ye. Ev navçe ji bilî şîeyan, kêmîneyek ji misilmanên sune, xirîstiyanî û kampeke awareyên filistînî bi gelheya 20,000 kesî di xwe da dihewîne. Zahîyeya Başûr navçeyeke niştecihbûnê û ticarî tevî gelek navendên kirrînê, firoşgeh û bazaran e.
-
Hevdîtina komeke Malbatên Şehîdên Ewlehîyê digel Rêberê Şoreşê
Çirî 27, 2024 14:18Komeke Malbatên Şehîdên Ewlehiyê sibeha Yekşemiyê, 27ê Cotmeha 2024an, bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî hevdîtin pêk anîn.
-
Roja asayî ya gelê Tehranê - 26ê Cotmeha 2024an
Çirî 26, 2024 13:26Li gorî rapora IRNAyê, Rejîma Siyonîst berbanga Şemiyê, 26ê Cotmeha 2024an, di kiryareke kêşesazker da hin xalên leşkerî li parêzgehên Tehran, Xûzistan û Îlamê dan ber êrîşê ku helbet ev êrîş rastî bertek û şopandina serkeftî ya Sîstema Yekparçe ya Bergiriya Asimanî ya Komara Îslamî ya Îranê hat. Di vê galeriyê da jiyana asayî û hatçûna normal a xelkê li hemî rê û kolanan tê nîşandan.
-
Civîna 16`an a Serokên Koma Birîks
Çirî 24, 2024 16:46Pêzêşkiyan Serokomarê Îranê piştî sefera bo Rûsiyê gotiye ku hevkariya bi Birîksê re û berfirehkiirna peywendiyên bi welatên endam re wê di vê seferê da bên raberkirin.